Hamid El-Ehmed banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir

Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Hamid El-Ehmed da zanîn ku piraniya dewletên herêmî û hêzên li Sûriyê piştgirî dan çeteyên DAIŞ’ê da ku hemû tevgerên şoreşger û demokratîk ên li Rojhilata Navîn û Sûriyê têk biçin.

Hamid Ehmed diyar kir ku ku 23’yê Adarê roja têkbirina barageha dawî ya çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û got:

“Çeteyên DAIŞ’ê destek ji gelek hêz û dewletan, di serî de dewleta Tirk a dagirker digirt..

Armanca vê yekê têkbirina gel û tevgerên rizgariyê yên ku bi navê buhara gelan li herêmê derketin e.

Her wiha ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin.”

Hamid Ehmed da zanîn ku têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî derbeyeke giran a li dijî hêzên zalim û dewletên kapîtalîst bû..

Hamid banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûrî de kir .

Back to top button