Artêşa Tirk gundê Melek û Kampa Eyn Îsa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derengiya şevê gundê Melek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kirin.

Duh derengiya şevê artêşa Tirk û çeteyên wê çareke din êrişî herêmê kir..

Artêşê gundê Muelek, kampa Eyn Îsa bi dijwarî topbaran kir.

Artêşa Tirk li Girê Spî malan hildiweşîne

Kirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî jî bi dawî nebûne..

Ev dîmen ji Girê Spî ya dagirkirî hatine bidestxistin..

Weke ku di dîmenan de jî diyar dibe çeteyên Tirkiyê malên şêniyên ku ji wir koçber bûne hildiweşîne.

Hat ragihandin ku mala koçber Ebdurezaq El-Omer ê ji bajarokê Silûkê bi temamî hatiye wêrankirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi rêya treksên leşkerî mal wêran kir.

Back to top button