Fermandariya bîryargeha NPG’ê hefteya lehengiyê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel-NPG bi daxuyaniyekê Heftiya Lehengiyê pîroz kir û got:

”Têkoşîna me ya gerîla ku bi guleya pêşîn a Egîd dest pê kirî, îro li hemû xeta Kurdistanê berbelav bûye.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel-NPG ji bo Heftiya Lehengiyê daxuyaniyek da.

NPG’ê Heftiya Lehengiyê li gelê Kurdistanê û gerîlayan pîroz kir û got:

Gelê Kurdistanê di navbeyna 21’ê Adarê ku hevrê Mazlûm Dogan, çalakiya lehengiya mezin kir û 28’ê Adarê de, roja şehîdbûna fermandarê efsaneyî yê gerîlayê Kurdistanê Egîd (Mahsûm Korkmaz) weke Heftiya Lehengiyê pîroz dike.
Heval Mazlûm Dogan li dijî ferzkirina teslîmbûnê ya darbeya 12’ê Îlonê xeta berxwedanê ya PKK’ê daniye holê, heval Egîd jî bi Pêngava 15’ê Tebaxê re li Kurdistanê gerîlatî û şêwaza şerê fedayî daniye holê.

NPG: Têkoşîna gerîla li ser xeta fermandar Egîd li hemû Kurdistanê didome

NPG’ê piştrast kir ku heval Egîd bûye mejî û dilê şehîdan û ev tişt li ser got:

Heval Egîd ku her demê fermandarî li artêşa me ya gerîla kirî, yek ji rêberê gel e ku karîbûya vîna gelê azad di şexsê xwe de bi cih bike. Hevrê Egîd, ji hevrê Hakî Karer heta bi hevrê Mazlûm Dogan, bûye mêjî û dilê şehîdan.

NPG’ê balkişand ser ku hebûna tevgera Apocî heta roja me ya îro bi xêra şehîdan e.

Heke tevgera Apocî bilez û bi pêngavî heta bi îro hatibe, bêguman ev bi Rêber Apo û hemû şehîdên me yên leheng e. Têkoşîna me ya gerîla ku bi guleya pêşîn a Egîd dest pê kir, îro li hemû xeta Kurdistanê belav bûye, li her deverê li dijminê dagirker û mêtinger daye, artêşa fedayî ku bi wêrekî şer dike afirandin.

Fermandariya Bîryargeha Navendî ya Parastina Gel fermandar Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz bi bîr anî û wiha bi dawî kir:

”Sond dixwin ku di her şertî de em ê bibin şopdarê xeta şehîdan. Em gelê xwe yê welatparêz ku bi rengekî bêhempa Newroza Rêbertî ya 50’î pîroz kirin û li lehengê xwe xwedî derketin slav dikin.”

Back to top button