KCK: PDK li cem hêzên dagirker li dijî gerîla amadekariya şer dike

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê tevgera PDK’ê a li dijî gerîla û amadekariyên wê ên êrişê daxuyanî da.

KCK’ê diyar kir agahî ji wan re hatiye ku wê bi beşdariya PDK’ê dewleta Tirk êrişa dagirker bide destpêkirin û got

“Divê PDK tevlî vê plana dagirkeriyê ya qirêj nebe. Ji ber ku ev dagirkerî wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.

Heke PDK tevlî dewleta Tirk êrişî qadên gerîlayan bike ev tişt tê wateya êrişa li ser statuya Başûr û destkeftiyên wê.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk û tevgera PDK’ê ya li dijî gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla ya li dijî van êrişan û û bibîrxist ku dewleta Tirk di bihara 2021’an de Garê di serî de li ser Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirker dabû destpêkirin.

“Gerîla li Garê, Werxelê, Mamreşo, Zendûra û Girê Sor qehremaniyeke mezin nîşan da. Şehîdên me heta kêlîka dawîn li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi qehremanî li ber xwe dan lê PDK’ê piştgirî dida dewleta Tirk.

PDK’ê di vê serdemê de agahî dida dewleta Tirk û bi provokasyonên li hemberî qadên gerîlayan, li pêşiya têkçûna dewleta Tirk bûye astengiyeke mezin.”

KCK’ê bal kişande li ser wê yekê ku di nav çapemeniya Başûrê Kurdistanê tê nîqaşkirin ku wê dewleta Tirk dest bi tevgereke dagirkeriyê bike û ji bo vê bi PDK’ê re li hev kirine û plansaziyeke hevpar çêkirine.

KCK’ê: Çapemeniya PDK’ê bingeha êrişa li dijî gerîla amade dike

KCK’ê eşkere kir ji bo PDK karibe bi awayekî çalak tevlî operasyona dewleta Tirk bibe û vê tevlêbûnê meşrû bike, wê hinek çalakiyên provokatîf bike û wiha dewam kir;

“Wekî planeke şerê taybet wê bi nûçeyên derew raya giştî ya Kurdan li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê sor bike.

Heke ev jî bi ser nekeve, wê pêşmerge hinek êrişên ku xisarê bide gelê Başûr bike û wê van êrişan têxin stûyê gerîlayan.

Hinek malperên provokator ên PDK’ê, ji niha ve zemîna van êrişan amade dike û dixwaze van tiştan rewa bike.

Qadên ku 20 sal in di bin kontrola gerîlayan de ye, di rojên dawîn de hêzên taybet ên PDK’ê bi çekên giran xwe li wir bi cih dikin.

Ev gaveke gelekî xetere ye û xizmeta armanca dagirkeriya dewleta Tirk dike.”

KCK’ê: Ger PDK li kêleka dewleta Tirk beşdarî êrişê bibe ev tê wateya êrişa li ser statuya Başûr

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê careke din bang li PDK’ê kir ku tevlî vî şerê qirêj ê dagirker û planên faşîzma AKP û MHP’ê nebe û wiha bi dawî kir;

“Heke PDK xwe bide kêleka dewleta Tirk û li hemberî gerîla şer bike wê ev tişt were wateya ku derbên giran li destkeftiyên gelê me û Kurdistanê were xistin.

Heke PDK tevlî dewleta Tirk êrişî qadên gerîlayan bike ev tê wateya êrişa li ser statuya Başûr û destkeftiyên wê.

Ev plan wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.

Em bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin.”

Back to top button