Li Kerkûkê leşkerên Iraqê kete kemîna DAIŞ’ê 2 leşker hatin kuştin

Li bajaroka Daqûq a Kerkûkê leşkerê Iraqê kete kemîna çeteyên DAIŞ’ê û di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li bajaroka Daqûq a ser bi Kerkûkê de artêşa Iraqê di operasyona Çemê Roxanê de kete kemîna çeteyên DAIŞ’ê.

Nîv saetê şer di navbera çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Iraqê de berdewam kir.

Li gorî agahiyan di kemînê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Li Mûsilê çeteyên DAIŞ’ê 4 şivan kuştin

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê 2 şivanên ji eşîra Şemmer û 2 şivanên ji Cexayfen revandîbûn, li navçeya Durge Xizirê ya Mûsilê qetilkirin.

Duh êvarî cenazeyên şivanan hatin dîtin.

Her çar cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûsilê.

Back to top button