Jiyana Tenzîle Acar di xeteriyê de ye

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û nayên berdan.

Çalakiyên malbatên girtiyan jî dewam dikin.

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk jî xwest siyasetmedar Aysel Tûglûk ku rewşa tenduristiya wê girane, bê berdan.

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa girtiyên nexweş di xeteriyê de ye. Heta niha gelek girtiyan ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Yek ji girtiyên nexweş Tenzîle Acar e û rewşa wê giran e.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş 522 heftene çalakiya rûniştinê li dar dixin.

ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar ku ji 21’ê Adara 2017’an ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xeteriyê de ye û daxwaza berdana wê hat kirin.

Girtiyê nexweş çîçek nayê dermankirin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Îzmîrê jî bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li navçeya Konakê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Xalîs Çîçek ku li girtîgeha Silivrî tê girtin û nayê derman kirin.

Sereterê ÎHD’a Îzmîrê Elî Aydin diyar kir Çîçek di 22 saliya xwe de di sala 1996’an de li bajarê Agiriyê birîndar hatiye girtin û got,

“Ji ber îşkenceyên li lê hatine kirin, bi nexweşiyê ketiye. Di serê wî de parçeyên şarapnele hene. Ev dibin sedema fikarên felcê.

Aydin diyar kir ku ew dixwazin tavilê rewşa girtiyên nexweş bê çareserkirin û Cengiz Sînan Xalîs Çîçek û hemû girtiyên nexweş werin berdan.

Çalakiya nobeta edaletê ya Stenbolê di roja 4’an de ye

Piştî Amed, Wan û Îzmîrê, xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş li Stenbolê jî dest bi Nobeda Edaletê kirine.

Nobeda Edaletê ya Stenbolê ku di 24’ê Adarê de dest pê kir, dê her hefte roja pêncşeman bi beşdarbûna 3 malbatan li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin.

Çalakgerên Nobeda Edaletê ya Stenbolê daxwazên xwe anîn ziman û bang kirin ku her kes bibe dengê girtiyan.

Ehmed Turk: Divê Aysel Tûglûk bê berdan

Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê nexweşiya wê giran dibe nayê berdan.

Siyasetmedar Ahmet Turk, têkildarî rewşa Aysel Tûglûkê axivî.

Ehmed Turk, bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûk û destnîşan kir ku êdî divê bê berdan û got,

“Aysel niha ji ber fikirên xwe di zindanê de ye. Gelek hevalên me bi vî awayî di zindanê de ne, lê gava mirov li tenduristiya Ayselê mêze dike bi rastî jî divê di girtîgehê de nemîne.”

Back to top button