Biden piştî êrişa Rûsya yekem care bi berpirsên Ûkrayna re civiya

Di demekê ku êrişên Rûsya yên li dijî Ûkrayna dijwar bûyî de, Serokê DYA Joe Biden berê xwe da Polonya. Biden tevî Wezîrê Karên Derve û Parastinê li gel şandeya Ûkrayna civiya.

Ji despêka êrişa li dijî Ûkrayna û heta niha ev yekem careke ku Biden raste rast bi berpirsên payabilind yên Ûkrayna re tên gel hev.

Tevî Biden, Wezîrê Karên Derve Antony Blinken û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin amade bûn.

Ji şandeya Ûkrayna Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba û Wezîrê Parastinê Oleksiy Reznikov hebûn.

Serokê DYA Biden duh di dawiya rêze hevdîtinên navneteweyî yên li Brukselê de, berê xwe da Polonya.

Biden di civîna xwe ya li başûrê rojhilatê Polonyayê de, bi leşkerên DYA’yê re civiya.

Biden li wir cesareta gelê Ûkraynayê nirxand û careke din Serokê Rûsyayê Vladimir Putin weke sûcdarê şer bi nav kir.

Back to top button