ÎRO LI SWÊDÊ DOSYA AVAKIRINA DADGEHKE NAVDEWLETÎ JI BO ÇETEYAN TÊ LIDDARXISTIN

Piştî daxwaze Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê were avakirin, Îro ev mijar li Swêdê tê nîqaşkirin.

 

Li peytexta Swêdê Stockholm îro civîneke navdewletî ji bo avakirina dadgeheke navdewletî ji çeteyên DAIŞ’ê re nîqaş bikin, tê lidarxistin.

Ev yek piştî daxwazên gelek dewletên Ewropî ku naxwazin DAIŞiyên xwe werbigirin pêk hat.

Berî niha birêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî doza avakirina dadgeheke navdewletî li cihê ku ev çete hatine girtin, kir.

Wezîrê hundir ê Swêdî berî demekê gotibû ya baş ew e ku dadgehek navdewletî li Rojhilata Navîn çêbibe.

Hikumta Nemsayê jî banga vê yekê kiribû, her wiha gelek welatên din mîna Almanya û Fransayê.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê karîbûn hêzeke tirsnak mîna DAIŞê têk bibin.

Aniha jî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ji bêhtirî 45 welatan li girtîgehên rêveberiya xweser de ne.

Leave a Reply

Back to top button