Yekitiya Mamosteyan a Kantona Qamişlo 81 mamosteyên ku ji sala 2012’an ve dersên zimanê Kurdî li dibistanan didin û li Zanîngeha Rojava derçûne, xelat kirin.
Şahiya xelatkirinê li hola Selam a bajarê Qamişlo bi amadebûna endam û rêveberên Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mamoste û nûnerên dibistanan hate lidarxistin.
Şêwirmendê Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sînan Cûdî mamoste pîroz kir û rola wan ya li hemberî hewldanên qirkirina çand û zimanê kurdî, destnîşan kir.
Bi navê mamosteyên ku ji zanîngehê derçûne, Mihemed Hesen Mihemed spasiya Yekitiya Mamosteyan û Komîteya Perwerdeyê kir û got:
“We rê li pêşiya me vekir da ku em xwendina xwe li Zanîngeha Rojava temam bikin.”
Piştre mamosteyên ku ji zanîngehê derçûne hatin xelatkirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.