Erîfa Mihyedîn: Dema jin xwedî kar û huner be, wê demê di be xwedî hêz û bawerî

Erîfa Miheydîn a Terzî, ev 20 salin bi karê dirûtinê re dike. Arîfa dibêje: “Dema jin xwedî huner û kar be, wê demê di be xwedî hêz û bawerî. Ji bo vê yekê ez her dem hewl didim jinên derdora xwe jî fêrî karê dirûtinê bikim”

Jin di xwezaya xwe de afrîner e.

Di demên berê de desthilatdarî li ser jinan dihat kirin, pêre jî karkirina jinan dihate astengkirin.

Lê di roja me ya îro de û bi taybet piştî şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinan tê naskirin, her jinek dikare hunera xwe bi rehetî bi pêş bixe.

Erîfa Mihyedîn ya 38 salî, ji Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye.

Erîfa yek ji wan jinan e ku bi keda destê xwe debara malbata xwe dike.

Arifayê berî 20 salan ev pîşe ji xwişka xwe girtiye.

Zehmetî û westandina vî karî geleke…

Arîfa dibêje dema berhemên çêdikim pir tê ecibandin, tevahî westandina min ji bîra min diçe..

Ez bi riya vî karê xwe aboriyeke xweser ava dikim da ku hewcedarî tu kesî nebim.

Dema jin xwedî hunerek bin, wê demê baweriya wan bi wan zêde dibe.

Back to top button