Rojnamevan Amed: Tevgera PDK û MÎT’ê li qadên gerîla zêde buye

Dema dawî, rayedarên PDK’î Serokê hikumetê û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtin bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re pêk anîn.. Rojnamevan Dogan Amed derbarê van hevdîtinan de nirxandin kir û ev agahî dan: “Aliyan li hev kirine ku li dijî gerîla operasyonên berfireh bidin destpêkirin û PDK wê zêdetir aktîf di operasyonan de cih bigire. Tevgera PDK û MÎT’ê ya li qadên gerîla pir zêde bûye”

Dema dawî, rayedarên PDK’î Serokê hikumetê û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtin bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re pêk anîn..

Di van civînan de, şefê MÎT’ê Hakan Fîdan, Wezîrê Karê Derve Mevlût Çawîşoglû û Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî hebûn..

Rojnamevan Dogan Amed ku ji nêz ve van pêşketinên ser erdê û hevdîtinan dişopîne, ji ANF’ê re axivî..

Li ser pirsa ku rayedarên Iraqî û PDK’î serdana Tirkiye dikin û plana li piştê wê, Dogan Amed ev bersiv da:

“Di dema dawî de rayedarên PDK’î hevdîtinên cidî bi Erdogan re dikin.

PDK di warê aborî de xwe bi temamî bi dewleta Tirk ve girêdaye û Erdogan vê kertê baş bikar tîne..

Di warê siyasî de jî temenê Barzaniyan bi temenê hikûmeta Erdogan ve hatiye girêdan.”

“Li ser pirsa ew ê rola PDK’ê ya di şerê Tirkiyê li ser PKK’ê de çi be jî Amed ev agahî dan:

Li gorî agahiyên ku me ji hinek çavkaniyan girtî, di van hevdîtinan de daxwaz ji PDK’ê hatiye kirin ku vê salê bi awayeke aktif li dijî qadên gerîla bikeve tevgerê..

Ji xwe piştî van hevdîtinan bi dijwarî bombekirina Şengal, Mexmûr, Şarbajar, Bradost û deverên din pêk hat.

Di navbera PDK û artêşa Iraqê de yekîneyên parastina sînor ên ji 3 hezar kesî hatin avakirin..

Niha tevgera PDK’ê ya li Behdînanê zêdetir bûye.

Di van 4-5 mehên dawî de hêzên girêdayî PDK’ê li gelek deveran kemînan datînin û herî dawî li Heftanînê bi awayeke aktîf ketine nava tevgerê.”

Derbarê polîtîka PDK’ê bi rêya Parastin ku çawa zextê li gel dike da bike sîxûrê MÎT’ê, Dogan Amed got:

“Parastin wekî baskekî MÎT’ê kar dike.

Girêdayî helwesta xelkê Behdînan û dîsa Başûr li ser vê û siyaseta PDK’ê jî rojnamevan Dogan got: Gel her roj radibe xwepêşandanan..

PDK sedema esasî ya vê pirsgirêkê ye û naxwaze kes li dijî Tirkiye û ne jî li djiî wan xwedî helwest be.

 

Back to top button