Sê cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin

Şêniyên Kobanê cenazeyê sê şehîdan û li Şedadê jî şehîde bi merasîmên girseyî hatin oxirkirin. Her wiha di merasîman de soza şapandina rêya şehîdan heta pêkanîna xeyalên wan hat dayîn.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Emîn û Xalid Şêx Berho dema li Bendava Tişrînê li ser erka xwe bûn, şehîd bûn..

Şervanê QSD’ê Elî Şêxo bi nasnav Elî Kobanê jî, ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke Şamê şehîd bû.

Ji bo oxirkirina hersê şehîdan, merasîmeke girseyî li goristana Şehîdan a navçeya Sirînê hate lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Şaredariya navçeya Sirînê Mistefa Mulsim axivî û îşaret bi nirxên gel û şehîdan kir û got:

“Bi hezaran şehîd di oxira parastina vî welatî de canê xwe feda kirin.

Me soz daye an jiyaneke azad li ser vê xakê, an mirineke bi rûmet.”

Yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêber Mûsa axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştre, wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin…

Cenazeyê şehîd Mihemed Emîn li goristana Şehîdan a navçeya Sirînê, cenazeyê şehîd Elî Şêxo li bajarê Kobanê û cenazeyê şehîd Xalid Şêx Berho li navçeya Qinê hatin oxirkirin.

Back to top button