‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Zûrîhê rastî eleqeyek mezin tê

Pirtûkxaneya gerok ku îro li Zûrîxê Swîsreyê dest bi xebatê xwe kir rastî eleqeyek mezin hat.

“Pirtûkxaneya Rêbertiyê” ya ji bo nasandina paradîgmaya Rêber Ocalan ji raya giştî ya Ewropayê re hat organîzekirin, ji Zurîxê dest bi gera xwe ya Swîsreyê kir.

Pirtûkxaneya Rêbertî îsal cara duyemîn bi Swîsreyan re dicive.

Pirtûkên Rêber Ocalan nivîsandiye bi rêya “Pirtûkxaneya Gerok” li Swîsreyan tên belavkirin.

Endama Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîxê Rojhilat Amed ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew ji ber eleqeya Swîsreyiyan a li ser pirtûkxaneyê kêfxweş in.

Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer jî got:

“Heta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertî wê xebatên pirtûkxaneyê ku paradîgmaya Rêbertî tê vegotin û hem jî bi panel, semîner û gelek çalakiyan li dar bixin.”

Back to top button