Tara Hisên :PDK bi planek metirssîdar û xiyanetek mezin ve mijûl dibe

Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên diyar kir ku PDK bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi planek metirsîdar û xiyanetek mezin ve e mijûl e, lewma wê dest bi operasyonek cuda bike.

Tara Hisên têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî .

Tara bal kişande ser planên nû yên dewleta Tirk û PDK’ê û got :

“Li gorî wan agahî hatin ku PDK bi navê hikûmetê bi planek metirsîdar û xiyanetek mezin ve mijûle..

Aramca wê ewe ku tişta ku sala borî nekarî bi dest bixe, di meha Nîsana îsal de bi dest bîne.

Ji bo vê armancê jî wê di vê mehê de dest bi operasyonek cuda bike.”

Tara da zanîn ku Divê agahiya gelê me ji van planan hebe.

Xwedî li têkoşînê derkeve û xiyanetê qebûl neke.

Back to top button