Projeya Rêvbereiya Xweser êdî encam dide û baweriya şêniyên herêmê pê zêde dibe.
Şêniyên navçeya Til Temirê dibêjin: “Gelê li herêmê niha hevgirtî ne û ev hevgirtina wan, herêm ji nakokiyan dûr xist.”
Ji şêniyên Til Temirê Mihemed Tahir Yûnis anî ziman ku hevgirtina pêkhateyan, herêm ji şerê birakujiyê dûr xist û ev got: “Ji destpêka serhildana Qamişlo ya sala 2004’an ve komployên mezin li dijî gelê Kurd tê meşandin. Lê bi felsefeya rêber Apo û hevgirtina hemû pêkhateyan ev komplo, êriş û fitne têk çûn.”
Hac Tahir Elî jî destnîşan kir ku têkiliyên Kurd û Erebên li herêmê xurt in û hevgirtina pêkhateyan herêm ji nakokiyan dûr xist.
Ala El-Zahir ku ji navçeya Zirganê ye jî dibêje: “Hevgirtina niştimanî ya di navbera pêkhateyên herêmê de çarenûsa me diyar kir û îspat kir ku di dîrokê de li hemberî desthilatdariyê careke din em bi ser ketin.”