Mamosteyên Koyê û Raperînê ji ber nedana mûçeyan dest bi boykotê kirin

Li başûrê Kurdisanê ji ber negirtina mûçeyan mamosteyên Raperîn û Koyê dest bi boykota dibistanan kirin. Karmendên Saziya Ceyrana Raperîn jî ji ber ku hîn mûçeyên meha Sibatê nestandine dest ji kar berdan. Hikûmeta Iraqê jî 200 Mîlyar dînar ji bo muçeyên karmendan şand başûrê Kurdistanê.

Ji ber ku mûçeyên meha Adarê nehatiye dayîn, mamostayên îdareya Raperîn û Germiyan ên ser bi parêzgeha Silêmaniyê û mamostayên navçeya Koyê ya Hewlêrê dest bi boykotê kirin.

Îro mamostayên 43 dibistanên li navçeya Koyê ya ser bi Hewlêrê jî ji ber negirtina mûçeyên meha Adarê dest bi boykotê kirin.

Rêveberiya Perwerdeya Rojavayê Silêmaniyê Bekir Mihemed têkildarî mijarê bi nivîsekê, daxwaz ji rêveberên dibistanan kir ku hewl û westîna mamostayan li ber çavan bigirin û di demek herî zû de navê wan mamostayên ku ne amade ne biçin dewamê pêşkêşî rêveberiya perwerdeyê bikin.

Rêveberiya Perwerdeya Rojavayê Silêmaniyê diyar kir ku wê bi boykotê krîza bê mûçeyî çareser nebe û herî zêde jî xwendekar jê zererê dibînin.

Herwiha Karmendên Saziya Ceyrana Raperîn jî îro ji ber ku hîn mûçeyên meha Sibatê nestandine dest ji kar berdan.

Karmendên Saziya Ceyrana Raperîn diyar kirin ku dahatek zêde heye, lê mûçeyên wan nayê dayîn û gotin ku nikarin kiriya xaniyên xwe bidin.

Karmendan derbarê mijarê de gotin: “Tenê di dema Sibatê de saziya me yek milyar û 200 milyon dînar radestî Banka Ranya kiriye.

Mûçeyên hemû karmendên ceyranê ya îdareya Raperîn zêdetirî 600 milyon dînare, lê hîn mûçeyên meha Sibatê jî nedane me.

Hîn piraniya karmendan nekarîne kiriya xaniyên xwe bidin. Rewşa me ya borî xerabe.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye di 15’ê Adarê de Hikûmeta Iraqê di civîna xwe de qebûl kir ku 200 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.

Di 17’ê Adarê de Wezareta Darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteya parvekirina mûçe eşkere kir.

Li gorî bernameyê pêwîstbû berî cejna Newrozê hemû mûçe were parvekirin.

Lê, ji ber li banka pere nîne hîn mûçeyê beşek ji kamendan nehatiye dayîn.

Ev jî bûye sedema nerazîbûnan.

Back to top button