Şêniyên Dêrikê 96 şehîdên maha Çile, Sibat û Adar’ê bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Dêrikê û gundên wê 96 şehîdên mehên Çile, Sibat û Adarê ku dem û deverên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê merasîma bîranînê li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê li dar xist.

Di merasîmê bi perspektîfên Rêber Ocalan ên li ser şehîdan sînivîzyonek hat pêşandan.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oryan axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê PYD Rûbar Dêrik jî got: “Em di salvegera 50’î ya têkoşîn, azadî û rûmeta gelê Rojhilata Navîn de ne.”

Rûbar Dêrik di şexsê Fermandar Egîd de, hemû şehîd şoreşa Kurdistanê bi bîr anî.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Back to top button