Hêzên hikûmeta Şamê panzêrek artêşa Tirk hedef girt

Hêzên hikûmeta Şamê li herêmeke Helebê panzêrek artêşa Tirk derb kir û tê de 3 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyên ragihand ku, hêzên hikûemta Şamê ên li rojavayê Helebê dema ku panzêrak artêşa Tirk li bajarokê Kefernoran derbas dibe, bi moşekan hedef girtin.

Hate ragihandin ku di encamê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ku artêşa Tirk di 23’ê Adarê nuqteyek hêzên hikûmeta Şamê li nêzî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir û tê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Li Derayê 2 kes hatin kuştin

Li aliyê din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 2 kes ji aliyê çekdarên nenas ve li bajarokê Sanamên yê Derayê hatin kuştin.

Li gorî çavdêriyê ji destpêka meha Çileyê ve li Derayê ji sivîl, leşkerên hikumeta Şamê, saziyên ewlehiyê, çekdarên xwecihî, endamên alîgirên Rûsyayê 85 kes hatine kuştin

Back to top button