Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan didome û malbat banga edaletê dikin

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyiyan li bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê didome. Li Wanê çalakî di roja 101’an de ye û malbat banga edaletê dikin. Her wiha li çalakiyê hat gotin: Tecrîda li ser Rêber Ocalan nayê qebûl kirin û divê ev bêhiquqî bi dawî bibe.”

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku dema wan qediyaye lê nayên berdan li Baroya Wanê di roja 101’emîn de ye..

Îro, rêveberên rêxistina HDP’ê ya Navçeya Artemê-tanê serdana nobedê kirin.

Hevserokê HDP’a Artemê-tanê Tahîr Şen, li vir axivî û diyar kir ku li welat hiqûq li holê nemaye..

Ji rêveberên HDP’ê Tahîr Şen: Li vî welatî hiquq li holê nemaye

Şen anî ziman ku ew piştgiriya nobeda edaletê dikin û axaftina xwe wiha domand:

“Îro li welat, bi hezaran mirov li edaletê digerin.

Em careke din ji vir bangî rayedaran dikin; divê girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin demildest bên berdan.

Em tecrîda li Îmraliyê jî şermezar dikin, qebûl nakin û divê tavilê bi dawî bibe..”

Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk jî ku sala 2016’an ve girtiye, rewşa wê ya tendirustî pir girane..

Ji bo berdana Tûglûk heta niha li gelek deveran çalakî hatine lidarxistin..

Ji bo edaletê kampanya îmzeyan hatiye destpêkirin

Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî ku di 9’ê sibatê de li Îzmîrê hat avakirin, xwest Aysel Tûglûk bê berdan.

Endama Platformê Zehra Fîdan axivî û got: “Sed sal dîroka Tirkiyeyê bi binpêkirinên mafan dagirtiye û sînor ji zilma ku li mirovên “azad” û girtî tê kirin re tuneye.

Rewşa girtiyên nexweş tenê beşeke vê bêhiqûqiyê ye.”

Her wiha Zehrayê balkişand ser rewşa Aysel Tugluk û diyar kir ku bi hezaran girtî di vê rewşê de ne..

Endama Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî Zehra Fîdan xebatên li dijî vê bêedaletiya li hember girtiyan jî nirxand û got: “Me bi hezaran îmze kom kirine.

Îmzeyên ku me kom kirine em ê ji Wezareta Edaletê re bişînin.

Em ê hewl bidin ku bi Aysel Tûglûk û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bikin.”

Back to top button