Li Qamişlo bi boneya rojê şano hatin pêşandan

27’ê Adarê, roja Şano ya Cîhanî ye. Bi boneya rojê, li Şehba û Qamişlo çalakiyên cûda hatin lidarxistin.

Îro Roja Şano ya Cîhanî ye.

Her wiha salvegera şehadeta Şanoger Yekta Herkol e.

Her sal bi vê boneyê çalakî û mihrîcan ji aliyên Çand û Hunerê ve tên li darxistin.

Îro jî bi vê boneyê li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Huner ya li bajarê Qamişlo çalakî hate lidarxistin.

Gelek derhêner, Şanoger û Şagirt li gel bi dehan kes tevî li pîrozbahiyê bûn.

Koma Lêlûn berhemên xwe ji beşdaran re pêşkêşkirin

Lîstikvan û Endamê Komîteya amedekar Kawa Fetah axivî û behsa girîngiya şano di nava civakê kir:

Her wiha Derhênerê Şano Ednan Mistefa jî axivî û da zanîn ku şehîd Yekta ji bo wan pêşenge û her sal bi şahiyan wî bi bîr tînin.

Li Şehba jî pîrozbahî hat lidarxistin û şano hat pêşkêşkirin

Her wiha li Şehbayê jî bi heman armancê şahî ji aliyê çand û huner li hola mîtan ya navçeya Ehdasê hat lidarxistin.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û şênî beşdarî şahiyê bûn.

Kurdi – Elî Hesekê -27-3-2022-sehba-dimenen ji calakiya ku ji bo roja sanoya cihani pek hat

Destpêkê şano ji beşdarvanan re hat pêşkeşkirin, sinevizyona şehîd Yekta Herekol hat nîşandan.

Di dawiyê de şaniya dirêj bi navê asê mayî ya navenda Cemîl Horo ya Helebê hat pêşkeş kirin.

Back to top button