BAHOZ ERDAL: BI PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ RE GERÎLA XURT BÛ Û NÛ BÛ

Ji fermandarên biryargeha navendî ya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal têkildarî girîngiya pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an nirxandin kir. Dr. Bahoz Erdal anî ziman ku pêngava 1’ê Hezîranê ji bo Kurdistanê xwedî girîngiyek dirokî ye û got:
Têkoşîna li dijî dagirker û berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê berhema pêngava 1’ê Hezîranê ye.

Ji fermandarên biryargeha navendî ya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal, bi wesîleya salvegera 15’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê bersiv da pirsên Stêrk TV.

Dr. Bahoz Erdal di despêka axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an û wiha got;

“Pêngava 1’ê Hezîranê li Bakurê Kurdistanê hêz da gelê me, hêviyeke mezin afirand û pêşî vekir ku karibe dengê xwe bilind bike. Li Başûrê Kurdistanê, hêzên ku em rexne dikirin piştre fêda wê dîtin; dîtin ku bi çi rengî bi kêrî Başûr tê. Bi pêngava 1’ê Hezîranê re gerîla xurt bû, nû bû. Wê Şoreşa Rojava pêk nehatibûya, wê DAÎŞ nehatibûya rawestandin. Eger niha li Rojhilata Navîn giraniya Kurd û Kurdistanê heye, ev yek encama vê Pêngavê ye”.

Ji fermandarên biryargeha navendî ya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal li ser şerê gerîla yê li Xakurkê jî ev agahî da;

“Operasyonên dagirkeriyê yên li Xakurkê wê ne yên destpêkê, ne jî yên dawî bin.

35 sal in operasyonên dagirkeriyê dikin.

Ji xwe her roj bi balafirên şer êrîş dikin.

Şerê li dijî dewleta Tirk ji bo tevgera gerîla tiştekî nû nîne ku tevgera gerîla xwedî tecrûbeya 35 salî ye.

Çawa ku ev şer di nava 35 salan de bê encam hatin hiştin, êrîşên li Xakurkê jî wê bê encam bên hiştin”.

Leave a Reply

Back to top button