‘Wê YNK û PDK namzetên xwe yên ji bo serokkomartiyê vekişînin’

Mijara serokkomartiya Iraqê di rojevê de ye û li gorî nûçeya rojnameya Okaz a Sûidî, wê namzetên YNK’ê û PDK’ê ên niha xwe ji namzetiyê bikşînin.

Li gorî nûçeya Rojnameya Okaz a Erebîstana Siudî, di encama danûstandinên van demên dawî tên kirin, wê lihevkirinek pêkwere.

Li gorî lihevkirinê ji bo serokkomariyê namzetê PDK’ê Rêber Ehmed û namzetê YNK’ê Berhem Salih xwe ji namzetiyê vekêşin.

Wê li şûna wan sê kesên din werin diyarkirin.

Her wiha rojnameyê diyar kir ku wê namzetê ji bo serokwezîrtiyê Cehfer Sedir ji namzetiyê were dûrxistin û li şûna wî kesayetek aborînas ê serbixwe ku hemû alî qebûl bikin, were diyarkirin.

Di civîna parlementoya Iraqê ya 30 Adar’ê de, serokkomarê nû wê were hilbijartin û kesekî nû ji bo pêkanîna hikûmetê were erkdarkirin.

Back to top button