Kongra Star jî bi boneya Hefteya Lehengiyê peyamek da û got: “Fîşeka ku ji tivinga fermandar Egîd derket, bû destpêka şoreşekê ku rûpeleke nû di dîroka gelan de vekir.”
Bi boneya salvegera 37’an a şahadeta Fermandar Egîd, Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de îşaret bi Fîşeka ku ji tivinga fermanar Egîd derket hat kirin û hat gotin:
“Ew bû destpêka lidarxistina şoreşekê ku rûpeleke nû di dîroka gelan de vekir.
Di pêşîgirtina li qirkirina gelê Kurd û tunekirina hebûn û nasnameya wê ya çandî de esas bû.
Fermandar Egîd bû mînakeke pratîkî ji fikirê Rêber Ocalan û agirê şoreşê li çiyayê Kurdistanê.
Egîd bû sembola berxwedana nûjen ku bi milyonan kurdistanî li pêyî şopa wî meşiyan û gelê me yê Kurd û hêzên me yên şoreşgerî YPG û YPJ’ê mînak in.”
Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku fedekariyên şehîdan ên ji bo rizgarkirina Rojava û şerê li hemberî komên terorêst û hêzên tarî şahidên domandina xeta berxwedanê ya heval Egîd e.
Di dawiyê de Koordînasyona Kongra Star ev yek got:
“Em di kesayeta Fermandar Egîd de, hemû şehîdan bi bîr tînin û bejan xwe li hemberî lehengiya wan ditewînin.
Em soz didin ku heta dawiyê li ser xeta şehîdan bimeşin û xewna wan bi cih bînin.”