Pêşmerge Xazî Feysel: PDK hertim bi dijminê gelê Kurd re hevakriyê dike

Fermandarê Xwebeşx ê Pêşmergeyan Xazî Feysel jî li dijî planên Tirkiyê û PDK’ê yên li ser gerîlayan, helwest nîşan da.
Pêşmerge Xazî dibêje:
” Ne tenê niha, PDK hertim li gel dijminên gelê Kurd de cih girtiye.”

Fermandarê Xwebeşx ê Pêşmergeyan Xazî Feysel ê li navçeya Mexmûrê da zanîn PDK amade ye li dijî Kurdan peywendiya xwe li gel hemû dijminên Kurdan deyne.

Xazî Feysel da zanîn ku di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de ne tenê lihevkirina 50 salî ya neftê heye, lê belê lihevkirinên leşkerî û siyasî jî hene û ev got:

“Divê Kurd li dijî dijminan xwedî yek helwest bin.”

Fermandarê Pêşmerge dawiyê tekez kir divê aliyên Kurdistanî li her çar parçên Kurdistanê li dijî PDK’ê helwestek tund nîşan bidin û rê nedin şerekî wiha derkeve.

Back to top button