Talîbanê ferman da ku jin bi tena xwe nikarin bi rêya balafirê ji welat derkevin

Jinên li Efxanistanê di nava zindaneke servekirî de ne. Rêveberiya Talîbanê welat ji wan re kiriye zindan. Jinên ji karên giştî, hatin derxistin, di warê perwerde û derketina wan ya derve jî qedexe hatin ragihandin. Belê rojên ku jin derbikevin nava baxçeyan jî hate diyarkirin, ji derveyî wê rojê nabe. Tevî van hemûyan, niha Talîbanê biryarek din derxist û got: Jinek bê heser yan jî xurtek yê malbata xwe nikare bi rêya balafirê serdanî cihekê bike.

Talîban ya ku kontrola Efxanistanê xistiye destê xwe, welat li jinan kiriye zindan.

Piştî biryara bêparhiştina jinan ji xwendinê, biryarek din ya sosret da.

Li gorî agahiyên ku AFP’ê ji şîrketên rêyên hewayî wergirtî, Talîbanê ferman da ku rêyên hewayî nehêlin ku jinek bêyî hevser an jî mêrekî ji malbata xwe li balafirê siwar bibe.

Şîrketên Ariana Afghan Airlines û Kam Airê piştrast kirin ku fermaneke bi vî rengî ji Talîbanê wergirtine.

Hate ragihandin ku biryara qedexekirinê di civînekê de ya navbera nûnerên Talîbanê, şîrketên rêyên hewayî û cihên koçberan ên balafirgeha Kabîlê hatiye wergirtin.

Di nameya Ariana Afghan Airlinesê ya ji personelên şîrketê re hate şandin de, hate gotin,

“Divê destûr ji jinan re neyê dayin ku bêyî xizmê xwe yê mêr ji bo rêwîtiya hundir û derve li balafirê siwar bibin.”

2 buroyên ger û geştê ji AFP’ê re piştrast kirin ku firotina bilêtan ji bo jinên ku dixwazin bi tenê rêwîtiyê bikin hatiye rawestandin.

Talîbanê dawiya meha Kanûnê her wiha qedexe kiribû ku jin bêyî xizmekî xwe yê mêr bi 72 kîlometreyan bi dûr ve neçe.

Biryara nû ya qedexeyê çend roj piştî wê biryarê hate dayin ku Talîbanê dibistanên asta navîn û amdeyî a ji bo zarokên keç girt.

Ev biryar lipaytext Kabûlê ji aliyê komek jinan ve hat şermezarkirin.

17’ê Adarê jî wezareteke têkildar ferman da ku li parkên gel cihên jin û mêran ji hev bêne cudakirin û ji bo her zayendê rojên serdanê diyar kir.

Rojên Çarşem, Pêncşem, În û Şemî ji bo mêran, rojên Yekşem, Duşem û Sêşem jî ji bo jinan hate diyarkirin.

Talîban ji Tebaxa 2021’ê ve ku hate ser desthilatdariyê, polîtîkayên dijminê jinan bi lez xiste meriyêt.

Jinên ku ji karên cemaweriyê hatin dûrxistin, her wiha şêweyê kincên li xwe dikin jî tê kontrolkirin.

Talîbanê her wiha gelek aktîvîstên jin ên ji bo mafên jinan çalakî kirin girtine.

Back to top button