JI SEDEMA BARANA ZÊDE ZIRAREKE MEZIN GIHEŞT KEMÛNÊ

Îsal li Kobanê ji ber zêdebûna barîna baranê , mewsima kemûnê pir kêm e.
Cotkar dibêjin dê îsal mewsima kemûnê zirareke mezin li wan bike.

Di sala borî de, cotkaran meswima kemûnê bi awayekî baş rakir ku her tonekî kemûnê bi du hezar û 200 dolarî dihat firotin,

Li gundê Rovî yê girêdayî bajarê Kobanê, pir kemûn hatiye çandin.

Cotkarê xwediyê kemûnê Mehmûd Bozo diyar kir ku derdora 20 kes di erdê wî de dixebitin da ku kemûna wan bi mewsimeke baş were rakirin û wiha axvî:

Me gelek mesref, derdora 2 milyonan ji bo xizmeta kemûnê kir, lê dema ku baran dibare tu çareserî ji bo parastina kemûnê tune ye, baranên îsal hêviya me têk bir û em ê ji kemûnê xesarê bibînin.

Leave a Reply

Back to top button