Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat’ê DFG rapora xwe ya bi navê ‘Rojnamevaniya di Nava Çar Dîwaran de’ bi daxuyaniyekê weşand. Komeleyê di rapora xwe de got: Li Tirkiyê û Kurdistanê xwe îfadekirin û xebatên rojnamegeriyê tên astengkirin”
Li Tirkiyê tevî zextên li qadên din, zext û êrişên li ser rojnamevanan jî roj bi roj zêde dibin û xebatên rojanmegeriya azad tên astengkirin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat’ê DFG’ê derbarê rewşa rojnamevanên li Tirkiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da û rapora xwe weşand..
Daxuyanî li avahiya Komeleyê hat dayîn..
Li vir, Belgefîlma bi navê ‘Rojnamevantiya di Tunela Tirsê de’ hat nîşandan û hate danasîn.
Paşê, Hevserokên DFG’ê Dîcle Mûftû-oglû û Serdar Altan rapor xwendin.
Serdar Altan: Pêdivî bi rojnamevaniya azad heye
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan destpêka axaftina xwe de balkişad ser rewşa rojnamevanan û zehmetiyên ku dikşînin û got: “Me ji gelek rojnamevanên girtî re name şandin û li gor vegeran û rewşa ew tê de ne ev rapor amade kir.
Mebesta me ew e ku em bi vê xebatê pêşî li rojnamegeriya azad vekin.”
Dîcle Muftuoglû: Armanca me ew e ku xwe îfadekirin azad be
Hevserok Dîcle Muftu-oglû jî axivî û li ser rojnamegeriya li Kurdistanê got ku li welat ji bo azadiya çapameniyê û xwe îfadekirinê astengiyên mezin hene..
Dîcle diyar kir ku ji bo xwe îfadekirinê û rojnamevaniya azad ev komele ava bûye û wiha domand:
“Di dema pêşiya me de xebatên bi vî rengî dê hebin û em dê li ser vî esasî xebatên xwe bidomînin.”