2 rêveberên polîsên Îsraîlî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin

Li Îsraîlê metirsiya DAIŞ’ê zêde bûye. Di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Îsraîlê de, 2 polîs hatin kuştin. Polîsên Îsraîlê jî ragihandin ku wan bi kuştina êrişkaran re, rê li ber êrişeke hîn mezintir girtine.

Li gorî nûçeya Reutersê; Berpirsên ewlekarî yên Îsraîlî diyar kirin ku her du êrîşkar hemwelatîyên Ereb yên Îsraîlî û alîgirên DAIŞ’ê ne.

Berpirsên ewlekarî yên Îsraîlî hişyarî dan ku bi nêzîkbûna meha Remezanê re, êrîşên li dijî Îsraîlîyan wê zêdetir bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniya xwe ya li ser Twîtterê de, êrîş şermezar kir û got: “Cihê tundî û qetlîamên bi vî rengî yên bêwate di civakê de tune.

Em li kêleka hevkarên xwe yên Îsraîlî ne û ji malbatên qurbaniyan re re sersaxiyê dixwazin.”

Li çola Negevê ya li başûrê Îsraîlê, wezîrên karên derve yên Îmarat, Behreyn û Fasê û Antony Blinken ji bo lûtkeyê li hev civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid got: “Hemû wezîrên derve êrîş şermezar kirin, sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re ragihandin û ji birîndaran re jî şîfa xwestine.”

Berdevkê polîsê niştimanî Eli Levy got, efserên polîs bi bêbandorkirina êrîşkaran, pêşî li êrîşek terorîstî ya mezintir girtin.

Back to top button