Bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî pêk hatin

Bi boneya Heftiya Lehengiyê li Heleb, Kobanê, Eyn Îsa û gelek deverên din ên herêmê Fermandar Egîd û şehîdên azadiyê hatin bibîranîn.

Di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de îro li gelek deverên herêmê çalakî hatin li darxistin.

Li Helebê Yekîneyên Parastina Gel-YPG û Yekîneyên Parastina Jin -YPJ’ê bi beşdariya şêniyan çalakiyek li darxist.

Di çalakiyê de piştî merasima leşkerî yek ji fermandarên YPG’ê Şervan Efrîn axivî û fermandar Egîd bibîranî.

Hate gotin berxwedan û têkoşîna ku Fermandar Egîd destpêkiriye ewê wekî şervan wê rêkê dewam bikin.

Li Dêrikê jî bi dehan dayikên aştiyê li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran ya li bajaroka Rimêlan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, meşeleya ku Mezlûm Dogan di zindana Amedê de vêxist heya niha ji bo xelasiya ji bidestiyê û bidestxistina azadiyê, vêxistîye .

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê jî bi heman boneyê daxuyanî da.

Her wiha PYD li Eyn Îsa semînerek derbarê jiyana Fermandar Egîd ji şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî re li darxist.

Di semînerê de soz hate dayîn dê her şopdarên rêya Egîdan bin.

Li Kobanê jî bi boneya Hefteya Lehengiyê Meclisa Malbatên Şehîdan Fermandar Egîd bibîranî.

Di bîranînê de qala lehengiya fermandar Egîd û rola wî ya di nav şoreşa azadiya Kurdistanê de hate kirin.

Li Heleb, Hesekê û navçeya Dirbêsiyê jî bi heman armancê di bin dirûşma “Bi lehengiya Egîdan wê zarokên me azad bijîn” şahî ji zarokan re hatin lidarxistin.

Back to top button