Cejna Newrozê îro li zanîngeha Rojava bi şahiyekê hat pîrozkirin

Bi diruşma “Dem dema serkeftinê yê” îro li zanîngeha Rojava şahiya Newrozê hat li dar xistin.

Meha Adarê ji bo gelê Kurd xwedî cihekî taybet e û bi taybetî meha têkoşîn û berxwedanê ye.

Ji yek rojên taybet ya têkoşînê a meha Adarê jî Newroz e. Îsal jî gelê Kurd li welat û derveyî welat Newroz bi hewaya serhildanê pîrozkirin.

Divê çarçoveyê de îro, zanîngeha Rojava jî bi dirûşmeya’ Dema dema serkeftinê ye” Newroz pîroz kirin.

Di şahiyê de Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer, xwendekar û Mamoste amade bûn.

Di şahiyê de Hevseroka giştî a zanîngeha Rojava Şînda Dawud Newroz li şervanên QSD’ê û li hemê pêkhateyên herêmê pîroz kir û wiha axivî,

Piştre berdevka meclisa jinê a zanîngeha Rojava Rindê Mustefa ji me re axivî û diyar kir ku meha adarê bûye wesîleya têkoşîna gelê Kurd û ya gelê azadî xwaz.

Her wiha Berdevê meclisa xwendekaran a zanîngeha Rojava Remedan Hacî jî axivî û da zanîn ku xwendekar bi hemû beşên xwe ev şahî bi coşeke mezin pêşwazîkirin û di dawiyê de Newroz li hemû yan pîroz kir.

Şahî bi stran, dîlan û helbestan hate bidawî kirin.

Back to top button