Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê berxwedana Mezlûm û Egîda ne

Li navçeyên kantona Hesekê bi boneya Heftiya Lehengiyê semîner hatin dayîn û tê de ev tişt hat ziman: serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên berxwedana Mezlûm û Egîdane.

Rêxistina PYD’ê ya kantona Hesekê semîner li ser danasîna Hefteya Lehengiyê li Şedadê, Dirbêsiyê û Holê da.

Di semîneran de Mezlûm Dogan û Egîd hatin bibîranîn.

Her wiha behsa têkoşîna wan a li hemberî dagirkeriya Tirk hate kirin û hat gotin:

“Her du şehîdan bi têkoşîn û îradeya xwe ya azad dewleta Tirk a dagirker têk bir û bi xwîna xwe efsaneyên lehengiyê nivisandin.”

Her wiha anîn ziman ku rihê fedayî yê Egîd rihê berxwedanê di hundirê gelê Kurd û gelên herêmê de hişyar kir û ev tişt hatin gotin:

“Şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkeftinên ku bi dest xistine mîrateya çanda wê berxwedanê ye.”

Back to top button