Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Ekîto 2’yê Nîsanê kir betlane

Bi boneya Cejna Ekîto Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2’yê Nîsanê kir betlaneya fermî.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê roja 2’yê Nîsanê ku Cejna Ekîto ye kir betlaneya fermî.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Cejna sersala (6772) a Babilî ya gelê Suryan Asûr ku Cejna Ekîto ye.

Bi vê boneyê ji bilî saziyên ku karê wan ên rojane, tevahî sazî û navendên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja şemiyê dikin beltaneya fermî.”

Back to top button