Parêzvanê Navenda Berhemên Seweldariyê ya Minbicê Ehmed Yehiya Sitût di êrişa çeteyên şaneyên DAIŞ’ê de şehîd bû bi merasîmekê hate oxirkirin.
Şêniyên bajar û gundewarên Minbicê cenazeyê şehîd Ehmed Yehiya Sitût ji nexweşxaneya Firat a bajar wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.
Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx axivî û got:
“Van şehîdan ji bo welat azad bimîne canê xwe feda kirin.
Bi saya wan em di nava aramiyê de dijîn.”
Piştre cîgirê Hevserokatiya Komîteya Aborî ya Minbicê Cemîl Mihemed got:
“Şehîd navê xwe di mejî û dilên gelê welatê xwe de nivîsand.
Nifşên niha û yên pêş dê hemû berdêlên ku ji bo aramî û ewlehiya welat dane, bi bîr bînin.”
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendi û radestî malbatê hat kirin..
Di dawiyê de şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn û mûm li ser gorên wan hate pêxistin.