Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbic û gundewarê wê şahiya derçûna xwendekarên zimanê kurdî li dar xist.
Endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, saziyên civaka sivîl, leşkerî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, partiyên siyasî û saziyên jinan beşdarî şahiyê bûn.
Şahî li navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin.
Di şahiyê de hevseroka Meclisa Qanûnsaz Sîham Hemo axivî û kesên di her sê astên zimanê kurdî qedandine pîroz kir û got: “Ziman nasnameya gelan e.”
Hevseroka Nivîsgeha Fêrkirina Zimanan Îlham Ataş jî got:
“Bi fêrbûnê netewe pêş dikevin û vaye em di vê roja pîroz de berhemên xebatên 98 xwendekarên xwe dibînin.”
Piştî axaftinan, komên mûzîk stran gotin û govend hat gerandin…
Di dawiyê de bawername asta yekemîn 19 xwendekar, asta duyemîn 26 xwendekar û asta sêyemîn jî 57 xwendekar hatin belavkirin.
Her wiha 12 xwendekarên di rêza yekemîn de bi ser ketine, hatin xelatkirin.