Ji ber teqîna mayîna dewleta Tirk li Girê Spî 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Li Girê Spî, ji ber teqîna mayîneke çeteyên dewleta Tirk 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn. Hêzên hikûmeta Şamê 2 bergehên artêşa Tirk ên li Helebê topbararan kirin û 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Hêjî li herêmên dagirkirî ji ber tevlihevî û mayînên çeteyan kuştî û birîndarî çêdibin.

Hat ragihandin ku li gundê Kor Hesen ê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî, mayîneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqiya.

Di encamê de fermandarê hêzên hikumeta Şamê yê bi navê Ramî Celûd û leşker Mehmûd Mûsa bi giranî birîndar bûn.

Her du birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxneyên bajarê Helebê.

Hêzên hikûmeta Şamê baregehên artêşa Tirk ên Idlibê topbaran kir

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand, hêzên hikûmeta Şamê 2 baregehên artêşa Tirk ên li derdora bajarokê Daret Eza a li Helebê, bi moşekan topbaran kirin.

Hate ragihandin ku di encam de 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Di heman demê de hêzên hikûmetê bi çekên giran bajarokên Filêfil, Benîn, Sifû-hin û El-Bara ên li başûrê Idlibê dan ber topban.

Balafirên şer ên Rusya jî êrişî derdora bajarokê Mearêt Nasan ya li bakurê Idlibê kir.

Di encamê de bargeha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hate ruxandin.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk jî nuqteyên hêzên hikûmetê ên li başûrê Idlib û rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Di topbaran li ser başûrê Idlibê de leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin.

Back to top button