Samir El-Şemerî: Ev lihevkirin ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk e

Li dijî lihevkirinên ku hikumeta Şamê dema dawî behsê dike, nerazîbûn tên nîşandan.
Siyasetmedar û hiqûqnasên Dêrazorê dibêjin:
“Lihevkirinên ku hikumeta Şamê li ser dixebite aloziya Sûriyê kûr û dirêj dike.”
Siyasetmedaran tekez kir çareserkirina aloziyê bi naskirina Rêveberiya Xweser û diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e.

Di bin navê lihevkirin û çareseriyê de, hikumeta Şamê di nav hewildanên kûrkirina aloziya Sûriyê de ye.

Bi van lihevkirinan rewşa heyî ya Sûriyê wê xerabtir bibe û hikumeta Şamê li herêmên bi-ewle jî wê tevliheviyê derxîne.

Têkildarî mijarê Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El-Şemerî ji ajansa Hawarê re axivî.

Samir El-Şemerî dibêje:

“Lihevkirinên ku hikumeta Şamê amadekariya wan dike, ji bo belavkirina tevlihevî û têkbirina aştî û aramiyê ne.

Hikûmeta Şamê mijara ‘lihevkirinan’ pêşkêş kir da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Naxwaze projeya neteweya demokratîk li herêmê bi giştî bi ser bikeve, taybet jî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê.”

Samir El-Şemerî da zanîn ku nimûneya li Dera berçav e ku li wir hikumeta Şamê kesên ku qaşo bi wan re lihevkirin çêkir, hinek ji wan kuştin, hinek girtin û henek jî şandin şer.

Bêyî naskirina Rêveberiya Xweser ti lihevkirin encam nagire”

El-Şemerî bang li şêniyên herêmê kir ku li pey tevlîhevî û xapandinên ‘lihevkirinan’ nekevin, neyên xapandin û ev got:

“Bêyî naskirina Rêveberiya Xweser û pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk li tevahî Sûriyê tu çareserî ne pêkan e.”

Her wiha hiqûqnas Tariq El-Girêd jî da zanîn ku hikumeta Şamê dixebite da ku şêniyên Dêrazorê bi tawana ‘lihevkirinan’ ber bi xwe ve bikşîne û wan tev li şerê xwe bike.

El-Girêd bang li şêniyên li Dêrazorê kir ku li pey van derewan neçin û got:

“Heger hikumeta Şamê lihevkirinê bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwaze bila Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.”

Back to top button