Ehmed Silêman: Destekdayîna Rêveberiya xwe hişt ku sebzeyên cuda werin çandin

Cotkarên Tebqayê 25 hezar donim ji bo zeviyên çandiniyê yên havînê veqetand. Di heman demê de Hevserokê komîteya Çandiniyê Ehmed Silêman da zanîn ku destekdayîn bû sedem ku cotkar berhemên curbecur biçînin.

Ji cotkarê gundewarê Tebqa Xelîl Ebdullah, îsal 550 donim ji zeviya xwe ji bo sebzeyên havînê veqetandiye.

Ebdulla dibêje:

“Min zeviyên xwe ji bo çandiniyê dabeş kiriye..

Lê pirsgirêka herî mezin li pêşiya me mazota ku ji mere tê pêşkêşkirin .”

“Li kêlek wê jî di wergirtina tovên baş û semadê de astengiyan dikişînin. Ji ber buhayên wan li sûkên reş pir bilind in û bi dolar tên firotin.”

Li gorî hevserokê komîteyê Ehmed Silêman, rûberiya ji çandiniya sebzeyên havînê hatiye veqetandin gihaşt 25 hezar donim û wiha got:

“Geşbûna saktora çandinî û girîngiya ku cotkarên sebzeyan diçînin werdigirin, xwe dispêre destekdayîna ji hêla Rêveberiya Xweser ve.”

Silêman da zanîn ku ew ê li gorî derfeteyên heyî bixebitin û dê destekê bidin cotkarên ku sebzeyan li Tebqa û gundewarên wê diçînin .

Back to top button