3 CANGORIYÊN AZADIYÊ LI REQAYÊ JI ALIYÊ SEDAN ŞÊNIYAN VE HATIN OXIRKIRIN

Îro li bajarê Reqayê merasîmê şehîdan hebû. Şêniyên bajarê Reqa 3 cangoriyên azadiyê ku di teqîna li bajarê Reqayê de şehîd bûbûn oxir kirin.

Şervanên QSD’ê Abdullah Esaf El-Zahir bi nasnav Cûd Reqa,

Ezedîn Xelef El-Elî bi nasnav Heneş,

Û Hedîd Şehade bi nasnav Derawî Reqa di teqîna beriya du rojan li bajarê Reqayê rû dabû de şehîd bûn.

Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê Herdû şehîdan Ebdula Esaf û Ezedîn Xelef El-Elî ji newxeşxaneya Wetenî wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê QSD’, Malbata Şehîdan û Rêveberiya Jinê axafti hatin kirin.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de bawername şehîdan xwendin û radestî malabatên wan kirin.

Her li bajrokê Keramê jî li qada Selama Şemalê cenazeyê şehîd Hedîd Şehade ji aliyê Saziya Malbata Şehîdan ve hate wergirtin û bi kerwanekî wesayetan ber bi goristana Şehîd Sîfdar a li bajarokê Cideydat ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Saziya Malbata Şehîdan, QSD’ê axaftin hatin kirin û soza şopandina xeta şehîdan hate dubarekirin.

Di dawiya merasîman de girseya gel bi slogan û tilîlên dayîkan cenazeyê şehîdan oxir kirin.

Leave a Reply

Back to top button