Mihemed Ebdulah: PDK’ê di wêrankirina destkeftiyên Başûr de hevkarê dewleta Tirk e’

Têkildarî tevgera PDK’ê ya ku nayê rawestan din. Hevserokê Tevgera Azadî û Mamostayê zanîngehê nerazîbûn nîşan dan. Her wiha diyar kirin ku: Her tevkariyeke PDK’ê bi dewleta Tirk re wê karestan bîne.

Têkildarî rewşên li Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re, hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulah ji ANHA re axivî.

Mihemed Ebdullah bal kişand ser hevdîtinên di navbera PDK’ê û rejîma Tirk de ku di 12’yê Adarê pêk hat û got:

“Piştî vê civînê PDK’ê hêzên xwe û bi dehan erebeyên leşkerî sewqî ber bi herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê birin, diyare ku Ev hevdîtin nîşaneyên hebûna planeke nû ye.”

Têkildarî armanca planên dewleta Tirk Ebdullah wiha got:

“Em hemû dizanin ku ev planên li dijî Kurdan bi taybet li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye.

Du armancên vê planê hene, yek xewna osmanî ya kontrokirina Kerkûk û Mûsile, duyemîn jî valahiya aborî ya li Tirkiyê bi rêya sûkên bazirganiyê werin keysbazkirin û kelûpelên xwe li Başûrê Kurdistanê bifiroşin, dagire.”

Di dewama axaftina xwede Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk di plan û destwerdanên xwe yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê de Sune û Tirkmen û bi taybet PDK’ê bi kar tîne da ku plan û destwerdanên li karûbarên Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Her wiha Mihemed Ebdullah îşaret bi wêrankirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û têkbirina ewlehiya wir kir û ev got:

” Wê PDK’ê bibe sedema wêrankirina xaka Başûr, Serdana Barzanî ya ji bo Tirkiyê delîlê vê yekê ye.

Dixwazin operasyonên leşkerî li dijî hêzên gerîla pêk bînin. Ev dide nîşandan ku PDK’ê soz daye dijminê Kurdan ku wê Kurd tu carî armancên xwe pêk neyînin.”

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Hewlêr niha navenda îstîxbarata Îsraîl, Amerîka û dewleta Tirk e û kî bixwaze Başûrê Kurdistanê kontrol bike PDK’ê destekê dide wan.

Niha xwestekên me yekitiya Kurd e, lê PDK’ê vû yekê red dike.

Hîlmî Resûl: Hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re nakeve xizmeta gelê Kurd de

Têkildarî heman mijarê Mamostayê zanîngehê Hîlmî Resul ji Rojnews re axivî.

Hîlmî Resul got divê PDK bi navê Hikumeta Herêmê şerê PKK’e neke, ji ber ku ev yek nakeve xizmeta gelê kurd e.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah di dawiyê de ev bang kir :

 

Back to top button