Hûsiyan bang li Riyadê kir ku fersenda agirbestê ji dest nedin

8 salin li Yemenê şerekî wêranker heye. Li aliyekê çekdarên Hûsî û li aliyê din hikumeta Yemenê. Hûsiyên ku li Yemenê agirbest ragihandin, bang li Siûdî kirin ku fersenda agirbestê ji dest nedin. Hemwextî vê, Rêxistina Hevkariya Îslamî bang li DYA’yê kir ku Hûsiyan weke rêxistineke terorîst bi nav bike.

Ji 2014’an ve li Yemenê şer kêm nebûye.

Şerê ku bi piştevaniya Koalîsyona Erebî ya ku Adara 2015’an hat xurtkirin, li welat asta wêraniyê zêde kiriye.

Di demekê ku 8 salin li welat rewş aloze, peyamên kêmkirina şer qet nayên bihistin.

Serekê Hûsiyan Evdilmelik El Hûsî ku ji televizyona El Mesîre ya Hûsiyan re axivî, tiliya xwe bi agirbestê ve kir û got,

”Heke hûn vê fersendê ji dest berdin, hûn ê poşman bibin.”

El Hûsî gef li welatên Koalîsyona Ereb xwar û ev tişt anî ziman:

“‘Heta ew dawî li êrişan bînin, dorpêçê rakin û dawî li dagirkeriyê bînin, wê ji derbên me xilas nebin.”

Hûsiyan piştî gelek çalakiyên li ser Erebîstana Siûdî 26’ê Adarê ji bo 3 rojan agirbest ragihandibû.

Di van êrîşan de kesek nehatibû kuştinê, lê ziyaneke mezin gihiştibû tesîseke petrolê ya Cîde ya dikeve rojavayê welat bûbû.

Ji berpirsên Hûsiyan Mehdî El Mashat diyar kir ku ger, Riyad dorpêça li Yemenê rake, nema hêrişên ezmanî bîne û ‘hêzên biyan’ vekişîne ew dikarin agirbestê domdar bikin.

Koalîsyona Ereb derheqê agirbestê hê ti daxuyanî nedaye.

Roja ku agirbest hatî ragihandin hêrişa ezmanî biribû ser wan qadan ku kontrola wan di dest Hûsiyan de ye.

“Çekdarên Hûsî ji nûve wekî komên teror binav bike”

Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) bang li Amerîkayê kir ku Hûsiyan ji nûve wekî komên terorîst bi nav bike.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku çekdarên Hûsî li ser biryara 28’ê Sibata 2022’an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya 2,624’an a li herêmê û cîhanê gefe.

Sekreterê Giştî yê rêxistinê diyar kir ku ew êrîşên ku ji aliyê çekdarên Hûsî ve li dijî Erebistana Siûdî û Îmarat ku binpêkirina qanûnên navneteweyî di nava fikaran de dişopînin.

Sekreteriyê banga rawestandina bilez ji êrîşa çekdarên Hûsî kir da ku aştî û aramî li Yemenê misoger bibe.

Back to top button