HPG’ê: Li Zapê dagirkeran derbên giran xwarin

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker di encama çalakiyên gerîlayan de derbên giran xwar û duh şev neçar ma ku li Kela Bedewê ya Zapê hêzên xwe biguherîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyanî da û ev agahî da:

“Di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de, artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwar û di 28’ê Adarê de bi şev neçar ma ku li Kela Bedewê ya herêma Zapê hêzên xwe bi helîkopterê biguherîne.

Hêzên me taktîkên gerîlatiya serdema nû bi xurtî bi kar tîne û wê çalakiyên hêzên me bênavber bidome.”

Her wiha HPG’ê ragihand 28’ê Adarê qada Werxelê ya Avaşînê, qada Lolanê ya Xakurkê û qada Banistayê ya Avaşînê bi balafirên şer û bi helîkopterên êrişê hatine bombebarankirin.

Back to top button