Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê-HRRK bi civîneke çapemeniyê encama Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2022’an eşkere kir.
HRRK civîn li navenda xwe ya li Qamişlo li dar xist û navê her 3 helbestvanên ku bi serketine, eşkere kir.
Endamê Komîteya Nirxandinê Stêrê Çelo di civînê de diyar kir ku di 1`ê Çileya 2022’an de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê ya Brîtanyayê, HRRK’ê cara duyemîn e ku Pêşbirka Helbesta Kurdî li dar dixin.
Hat diyar kirin 33 ciwanan beşdarî pêşbirkê bûne.
Li gorî daxuyaniyê kesên serketin evin: “Helbesta yekemîn bi sernavê ‘Ger em vegeriyana’ ya Aras Hiso.
Ya duyemîn `Gava ez mirim` ya Xalîse Hesen û ya sêyem jî `Êvara bê te` ya Hêlîn Ebdulqadir bû.