Faris Cuweycatî: Xweserî mafê civaka Êzidî ye

Berpirsyarê Projeyan a Rêveberiyê ya Mûsilê Faris Cuweycatî eşkere kir ku, benda 125’an a Destûra Iraqê rê dide xwerêveberiya Şengalê û got, “xweserî mafê civaka Êzidî ye.”

Piştî ku hêzên PDK’ê civaka Êzidî radestî DAIŞ’ê kirin, êdî civaka Êzidî fêhm kir ku tenê bi xwe dikarin parastina xwe bikin, ji ber vê yekê li Şengalê Rêveberiya Xweser hate damezrandin.

Ji bo parêzgeha Mûsilê bibe xwedî rêveberiyeke herêmî, projeyek pêşkêşî Parlamenta Iraqê hate kirin.

Li gorî projeyê dê Mûsil bibe paytexta vê herêmê û navçeyên wê jî ku Şengal yek ji wan e, wê bibin parêzgehên xweser.

Berpirsyarê Projeyan a Rêveberiyê ya Mûsilê Faris Cuweycatî ku xwediyê projeya navborî ye, têkildarî projeya xwe û bandora rêveberiya xweser a di çareserkirina pirsgirêkên pêkhateyên Mûsilê de ji ANF’ê re axivî.

Faris Cuweycatî bal kişande ser armanca projeyê û wiha got:

“Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tevahî pêkhateyên Mûsilê di nav de jî civaka Êzidî me pêwîstî dît ku projeya Herêma Rêveberiya Mûsilê pêşkêş bikin.”

Faris Cuweycatî: Mafê Şengalê ye ku bibe parêzgehek xweser

Cuweycatî îşaret bi girîngiya xweseriya Şengalê û civaka Êzidî li herêma Mûsilê kir û da zanîn ku mafê zarokên Şengalê ye ku navçeya wan bibe parêzgeheke xweser a girêdayî herêma Mûsilê.

Cuweycatî got:

“Ji bo pirsgirêkên Şengal û navçeyên din ên Mûsilê, wek parêzgeh avakirina Şengalê çareseriya herî baş a di çarçoveya destûra Iraqê de ye, .”

Faris Cuweycatî di dawiya axaftinên xwe de behsa mafê Êzidiyan ê ji bo xwe bi rêvebirinê kir û wiha anî ziman:

“Madeya 125 a destûra Iraqê rê dide ku Şengal bikare bi şêweyekî xweser xwe birêve bibe. Xweserî mafê civaka Êzidî ye.”

Back to top button