Artêşa Ûkrayna konvoya artêşa Rûst xist xefikê

34 rojin Rûsya li nava xaka Ûkrayna li armancên xwe digere. Rêveberiya Moskow ya plana şerekî kin kirî, berdêlek giran ya hesabên xweyên şaş dide. Konvoyek leşkerên Rûsya ji aliyê hêzên Ûkrayna ve hat têkbirin. Dimenê wê jî li ser medya civakî belav bû. Ûkrayna dibêje jimara kuştiyên artêşa Rûsya 17 hezar derbas kiriye, Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygo careke din got; Heta em negihêjin armanca xwe, wê şer dewam bike. Di vê navberê de, hêzên Wagner li rojhilatê Ûkrayna têne belavkirin.

Ji 24’ê Sibatê ve rewşa li Ûkrayna wiha ye.

Bajarê Mykolaivê bo armanca êrişên artêşa Rûsya.

Rêveberê bajar diyar kir ku di dema êrişê de gelek kes di avahiyê de hebûn.

Ev der jî bajarê Nikolaev e.

Di nava rojê de, bajar bû armanca topên Rûsya.

Têkildarî kuştî û birîndarên li herêmê agahî ne hatin dayîn.

Rûsya di warê pêşketina bejahiyê de bitirse.

Tank û maşîneyên zirxî yên ji aliyê artêşa Ûkrayna ve têne têkbirin, Moskow xistiye nava metirsiyê.

Herî dawî konvoyek ya leşkerên Rûsya ku ketin xefika, Ûkrayniyan vê metirsiya Rûsya mafdar dike.

Konovoy bi rêzeteqînên berê ji aliyê artêşa Ûkrayna ve hatibûn bicihkirin hatin bêkêrkirin.

Derbarê kuşti û birîndarên artêşa Rûsya ti daxuyaniyek fermî ne hate dayîn.

Ûkrayna: 17,200 leşkerên Rûsya hatin kuştin

Sererkaniya Ûkrayna jî têkildarî şerê 34 rojan ya li dijî artêşa Rûsya bîlançoya xwe eşkere kir.

Li gorî vê; 17 hezar û 200 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

127 balafir, 129 helîkopter, 597 tank, 1,710 wesayitên zirxî, 303 top, 96 pergalên avêtina roketan û 54 pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê hatine bêkêrkirin.

Şaredarê Mariupol boyçenko: 210 jê zarok 5,000 kes hatine kuştin

Şaredarê Mariupolê Vadîm Boychenko ragihand ku di êrîşên artêşa Rûsyayê yên li ser bajar de, 210 jê zarok bi giştî 5 hezar kes hatine kuştin.

Boyçenko diyar kir ku 2 hezar û 340 avahî ku ji sedî 90’ê bajêr pêk tînin, ziyan dîtine û hezar û 40 bi tevahî wêran bûye.

Şoygo: Heta em negihêjin armanca xwe wê şer bidome

Artêşa Rûsya jî îdia dike ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, karîne 41 binesaziyên din yên leşkerên Ûkrayna têk bibin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygo careke din teqez kir ku heta, welatê wî li Ûkrayna negihêje armanca xwe wê şer bidome.

Îstixbareta Brîtanya: Çekdarên wagner li rojhilatê Ûkrayna belav dibe

Servîsa Îstixbaratî ya Brîtanyayê ragihand ku şîrketa ewlekarî ya Rûsî Wagner li rojhilatê Ûkraynayê hatiye bicihkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê; “Ji bêtirî hezar çekdarên ku di nav wan de fermandarên payebilind jî hene, ji bo pêkanîna operasyonan li bendê ne ku werin bicihkirin.”

Wagner di sala 2014’an de hat damezrandin û beşdarî şerê li Donbassê bû.

Şirket li gelek welatên cîhanê leşkerên xwe hene.

Back to top button