DR. Med Gisela Penteker: Sîstema li Rojava bandorkere û em dixwazin jê sûdê werbigirin

Endama heyeta Yekîtiya Navneteweyî ya Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî û aktivîsta aştiyê Dr. Med Gisela Penteker, derbarê tecrîda Îmraliyê û kampanya ji bo azadiya Rêber Apo ku hatiye destpêkirin de axivî û xwest Rêber Apo azad bibe. Her wiha Penteker bal kişande li ser sîstema demokratîk ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî û got, “Sîstema li Rojava hatiye avakirin bandorê li me jî dike û em dixwazin jê sûdê werbigirin.”

Heyeteke ji aktivîstên aştiyê ya bi pêşengiya endamên Yekîtiya Navneteweyî ya Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) pêkhatî, ji sala 1998’an ve serdana Kurdistanê dike.

Heyet di warê “pirsgirêka kurd û çareserkirina wê de” bi gelek rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan dike

Endama heyetê û aktivîsta aştiyê Dr. Med Gisela Penteker, têkildarî hevdîtinên xwe yên 25 salan, çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li hemberî gerîla bi kar tîne û tecrîda li ser Rêber Apo de ji ANF’ê re axivî.

Di dest pê kê de Penteker, têkildarî serdanên xwe yên bajar û herêmên Kurdan de axivî.

Penteker da zanîn du caran serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê jî kirine û got “Em pir ji bajarên kurdan û modela civaka nû ya li Rojava hatiye avakirin bandor dibin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civakek ku wekheviya jinê diparêze heye û ev tiştekî pir girîng e.

Em dixwazin tiştên ji bo civaka me hewce ne ji vê modela nû bigirin.”

Penteker ku îsal di 21’ê Adarê de tevli Newroza Amedê jî bû, diyar kir heya sala 2002’yan tenê heyete wan di 14’ê Adarê Cejna Tibê de dihatin Tirkiyê û bêyî tevli Newrozê bibin diçûn.

Lê 21 sal in her cara ew tên tevli pîrozbahiya Newrozê yên li Amed û bajarên din jî dibin.

DR. Med Gisela Penteker: Bêdengiya welatên Ewropayê ya li dijî êrişên Tirkiyê nayê qebûlkirin

Di dewamê de endama heyetê Penteker têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî ku li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê bikartîne nirxandin kir.

Penteker anî ziman dewleta Tirk bêyî ku mafekî wê hebe, sînorê welatekî derbas dike û got: Tirkiye mirovan bombe dike û dikuje. Ev şerê li hemberî gel e.

Bêdengiya welatên Ewropayê ya ji bo vê sosretê nayê qebûlkirin.”

DR. Med Gisela Penteker: Derbarê tenduristiya Ocalan de fikarên me hene û divê azad bibe

Penteker, di nirxandinên xwe de li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo jî sekinî.

Penteker, destnîşan kir ku bi salan e li Ewropayê bi pêşengiya “Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan-Kurdistanê” kampanyayek tê birêvebirin û rêxistina wan jî endameke vê kampanyayê ye.

Penteker, anî ziman ku ev kampanya divê hîn bêtir bê mezinkirin û xurtkirin û wiha bi dawî kir:

“Niha divê kampanyaya me hîn bêtir bê mezinkirin.

Ocalan ji bo guherîn û pêşketina civakê tespîtên girîng dike.

Kesekî wiha divê azad be. Ji bo tenduristiya wî gelek fikarên me hene.”

Back to top button