Cenazeyê şehîd Omer li Minbicê hate veşartin

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Mihemed Omer bi merasîmekê oxirkirin.

Hêzên ewlekariya Hundirin ji bo aramiya xelkê herêmê timî di nava liv û tevgerê de ne..

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihemed Omer duh dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Îbrahîm Mihemed Omer bi merasîmeke girêseyî li goristana Şehîdan a Minbicê hate oxirkirin.

Merasîm bi toranekî leşkerî ji hêla endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir.

Her wiha di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û kesên axivî sozaşopandina rêya şehîdan dan û gotin:

“Gotin têra fedekariyên şehîdên di oxira welatek azad û birûmet bijîn de têrê nakin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button