Li Qazaxistanê jineke kurd hate şewitandin

Ji ber ku tu kurdî li her devera tu lê jiyan bike her êrişî te dikin..Komek nîjadperestên Qazaxistanê êrişî gundê Kurdan Sovetskoyê ya li Qazaxistanê ye kirin û jina Kurd Rostamova Xanim a 66 salî şewitandin.

Li gundê Sovetskoyê yê navçeya Saîram a girêdayî herêma Turkîstana Qazaxistanê ye, li hemberî malbatên Kurd êrişa nîjadperest pêk hat.

Koma nîjadperestên Qazaxî êrişî maleke Kurd kir û jina bi navê Rostamova Xanim Koçer (66) şewitandin.

Li gorî agahiyan Rostamova çawa derî vedike benzîn pêde dikin û dişewitînin.

Malbata Rostamova ew rakir nexweşxaneyê lê belê piştî demek kurt Xanim Koçer li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên gundiyan parve kirine, gundê Sovetskoyê piştî şerê Sovyetê Kurdên Bakurê Kurdistanê koçber bûne û li vî gundî bi cih bûne.

Ji ber wê yekê jî navê gund Sovetskoy e.

Lewra ev Kurdên koçber hertim rastî êriên nîjadperest yên gelên Qazaxistanê hatine.

Back to top button