Civîna parlamentoya Iraqê îro wê were lidarxistin

Mijara serokkomartiya Iraqê di rojevê de ye..

Wê îro carek din parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê kom bibe. Lê li gorî tê dîtin, wê hejmara yasayî ya parlamenteran carek din temam nebe.

Li gorî bernameya ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatî eşkerekirin, wê civîna îro ya Parlamentoya Iraqê di saet 11.00’an de destpê bike ..

Di civînê de wê hilbijartina Serokkomarê Iraqê pêk were.

Yek ji mijarên din ên civîna parlamentoyê, hilbijartina lijneyên dewamî yên parlamentoyê ne.

Di 26’ê Adarê Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê civiyabû..

Lê ji ber boykota parlamenteran hejmara yasayî temam nebibû.

Civîn ji bo îro hatibû paşxistin.

Bi giştî ji bo serokkomariya Iraqê 40 kes namzet in.

Nurî Malikî wê civîna îro ya parlamentoyê ji ya roja Şemiyê ne cuda be

Di vê navberê de Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasaya Nurî Malikî derbarê mijar axivî û got :

“Civîna îro ya Parlamentoya Iraqê wê ji ya roja Şemiya borî necuda be.

Lê li gorî tê dîtin, wê hejmara yasayî ya parlamenteran carek din temam nebe.”

Back to top button