Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê dibêje:
“Rêveberiya Xweser hertim amade ye diyalogê bi hikumeta Şamê re bike.”
Luqman Ehmê helwesta Hikumeta a paşguhkirin û redkirina van diyalogan jî rexne kir û got:
”Pergaleke pirrengî ya nenavendî, çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re ye.”
Ji bo aloziya Sûriyê bi dawî bibe û gelê wê hew azarên vî şerî bikişîne, gelek caran Rêvebriya Xweser hewl daye.
Ev hewldan jî di bangên wê yên destpêkirina diyalog û danûstandinên bi hikumeta Şamê re diyar dibin.
Der barê mijarê de, Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir
Luqman Ehmê diyar kir ku ji roja damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vir ve, rêveberî banga çareserkirina aloziya Sûriyê dike û ev got :
“Tekane çareserî bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e.
Mixabin, aliyên din ên Sûriyê ji diyalogê re ne vekirî ne.
Hin hevdîtin pêk hatin lê negihaşt asta pêkanîna diyalogê. ”
Luqman Ehmed da znîn ku ku Rêveberiya Xweser dixwaze pergaleke demokratîk ya pirrengî pêk were û ev anî ziman:
“Divê pergala nenavendî û demokratîk li Sûriyê bi giştî pêk were.
Bêyî wê, gelê Sûriyê wê koçber û parçe bimîne û bikeve bin bandora berjewendiyên dewletên herêmî.”
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê dawiyê got :
“MSD`ê niha hewl dide kongreyekê li Sûriyê li dar bixe.
Armanca wê jî avakirina eniyekê ye ku fişarê li opozîsyonê û hikumeta Şamê bikin ji bo ku neçar bibin tev li diyaloga cidî bibin.
Û bi hev re bi rêbazekî aştiyane û demokratîk aloziya Sûriyê xwe çareser bikin.”