Baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li bajarokê Beşîka, bi mûşekan hat armancgirtin, li şûna wê, PDK’ê daxyanî da.
Di daxuyaniyê de hat ragihadndin 2 mûşek li baregehê ketine.
Ajansa Rojnews’ê ragihand “Duh bi şev baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li nêzî gundê Darwîş ya ser bi bajarokê Beşîkayê ve, bi mûşekan hat armancgirtin.”
Der barê bûyerê de, ne dewleta Tirk, PDK’ê daxuyanî da.
Dij-Terora PDK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn 5 mûşek hatine avêtin û ji wan 2 mûşek li nava baregehê ketine.
Ji destpêka salê ve, cara sêyem e, baregeha dewleta Tirk a dagirker ya li Beşîkayê tê topbarankirin.
Par jî ev baregeh 6 caran hatibû topbarankirin.